Trump gef xwar: ‘Ger lihevkirin çênebe, wê bombebaraneke dijwartir pêkbê’

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ger Îran peymanê qebûl neke, ew ê êrîşên dijwartir bidin destpêkirin. Îhtîmala lihevkirinek di navbera aliyan de hîn jî li ser maseyê ye.

Serokê DYE’yê Donald Trump li aliyekî peyama ku ew gelekî nêzîkî lihevkirinê de dide û li aliyê din jî gef dixwe.

Trump diyar kir ku ger rêveberiya Tehranê bi Washingtonê re li hev neke, welat wê “ji berê pir dijwartir" were bombebarankirin.

Trump di daxuyaniya ku bi ser Truth Socialê kirin de diyar kir ku ger Îran şertan qebûl bike, operasyona leşkerî ya bi navê "Epic Fury" wê bi tevahî bi dawî bibe. Berevajî vê wê êrîş ji nû ve dest pê bikin û "pir dijwartir" bin.

Tê gotin ku niyeta rastîn a rêveberiya Trump ne diyar e.

 

Serokê DYE’Yê berê ji Kongreyê re gotibû ku qonaxa êrîşê ya operasyonê temam bûye. Tevî vê yekê jî di daxuyaniya dawî de Washington vebijarka leşkerî li ser maseyê dihêle.

48 SAETÊN KRÎTÎK

Her wiha têkiliyên dîplomatîk berdewam dikin. Li gorî Axiosê alî ji her demê bêtir nêzîkî lihevkirina ku şer bi dawî bike û rê li ber muzakereyeên nukleerê veke, ne. Tê gotin ku DYE di nav 48 saetan de li benda bersiveke Îranê ye.

Li gorî nûçeyê, çarçveya peymanê ew e ku Îran dewlemendkirina uranyûmê rawestîne, DYE dabekirinan rake û dewlemendiyên Îranê yên ku hatine cemidandin serbest berde.  Her wiha vekirina Tengava Hurmuzê jî di rojevê de ye.